Endamê serkirdayetiya ENKSê Fêsel Yûsif, ji Rûdawê re ragihand ji ber ku Rûsya bi daxwaz û mercên wan razî nebû, vexwendina ji bo Soçî ji wan re neşand û ew beşdarî Soçî nabin.
Fêsel Yûsif got, di 31 meha 12 ya sala derbasbûyî ENKSê digel şandeke Rûsya li Qamişlo civiya û tekezî li ser wê yekê kirin ku divê tevaya kongirên derbarê kirîza Sûriyê de di çerçeveya biryarên navdewletî de bin, herwiha divê doseya Kurdî beşekî sereke be di bernama kongirê.
Ji aliyeke din ve wezareta Derve ya Rûsiya ragihandiye ku nebeşdarbûna beşek ji opozisyona Sûriyê di kongira Soçî ti bandora wê tuneye.