Serrûpel Nûçe Şervaneke YPJ li Efrînê xwe bi tankeke Tirkiyê de teqand û intîhar...

Şervaneke YPJ li Efrînê xwe bi tankeke Tirkiyê de teqand û intîhar kir

Belav bike

Şervana YPJ′ê Avesta Xabûr li Efrînê çalakiyeke fedayî kir, tankeke Artêşa Tirk rûxand û intîhar kir û şehîd bû.

Avesta li nahiya Cindirêsê bi wê çalakiyê rabû.

Avesta Xabûr kî bû?

Zelûx Hemo (Avêsta Xabûr) di sala 1998′an de li navçeya Bilbilê ya Efrînê ji dayîk bûye û sala 2014′an tevlî PKK bûbû.