Serrûpel Nûçe Berdevkê Pentagon: Em ji kuştina sivîlan li Efrînê ne agahdar in

Berdevkê Pentagon: Em ji kuştina sivîlan li Efrînê ne agahdar in

Belav bike

Wezareta Berevaniya Amerîka ragihand ku ew li gel berpirsên Tirkiyê di derbarê rewşa Efrînê û navçeyê de di peywendiyê de ne û hewil didin baştirîn çareserî bibînin.

Berdevkê Pentagonê Colonel Robert (Rob) Manning di derbarê kuştina xelkê sivîl de li Efrînê ji bo rojnamevanan ragihand ku haya wan ji kuştina sivîlan tune ye, her wiha got ku ew hewil didin çareseriyeke munasib ji bo rewşa navçeyê bi bînin.

Berdevkê Wezareta berevaniya Amerîka ragihand ku Tirkiyê hevpeymanêwne di NATO de.

Derbarê ihtîmala derketina şer de di navbera hêzên Amerîka û Tirkiyê de li Minbic, Manîn dibêje, Tirkiyê dizane hêzên wan li kuderê hene û ewê tedibîrên pêwîst bistînin ji bo şer li wan navçeyan dernekeve.

Duh fermandarê fermandehiya navendî ya hêzên Amerîka li rojhilata navîn ragihand ku ew li ser vekişandina ji Minbic nafikirin.