Kurtenameyek vekirî ji birêz Osman Baydemir re
Jan Dost
Birêz Osman Baydemir
Berî demekê me bi dilgermî pêşwaziya axaftina te ya têr hest û pirr ciwan kir. Hemû kurdan, hemû mirovên mafparêz li tevaya cîhanê ji wê helwesta te dilxweş bûn. Em wek kurd serbilind bûn bi wê cesareta te ya mezin gava di meclisê de te destê xwe li aliyê çepê ji sînga xwe da û te mîna şêrekî got: Ah kurdistan di vê dera min de ye birêz serokmeclis. Ah di vir de ye.
Bi rastî wê demê tu bi zimanê me hemûyan axivî, te ya dilê me hemûyan got û nameya te zelal û eşkere gihişt her kesî.
Birêz Baydemir,
ne hewce ye ez ji te re behsa rewşa Efrînê bikim, tu bêguman şerê li wir baş dişopînî, lê ez tenê dixwazim pirsekê bikim: gelo Efrîn di nav sînorê wê Kurdistana di dilê te ye ya na? Ji bo çi li Bakurê welatê me tevgerek sivîl li dijî vî şerê qirêj li dar nakeve? Çima kolan bêdeng in gelo? Qey Efrîn jî ne Qudsa Rojava ye?
Mal wêran dibin, xelk derbider û aware dibin, zarok û jin têne kuştin. Û êdî namûsa me jî li ber nigê hov û lawiran diçe. Bûyera Barîn Kobanî divê wisa bi hêsanî derbas nebe. Divê ne tenê were şermezarkirin, divê hesab ji kujeran were xwestin û tevgerek hiqûqî li dijî qirêjiya vî şerê Efrîn lidarbikeve. Awayê tevgerek sivîl bê guman hûn ji min qenctir dizanin lê ez ji kezebek peritî hewara xwe digihînim cenabê te.
Birêz Baydemir,
êdî hêsir nemane em li ser şehîdan birjînin, em bersivekê ji we dixwazin, berisva em dixwazin jî divê em ji kolanên Amedê, Batmanê, Mêrdîn û Cizîr û Stenbolê bibihîzin.
Tika ye ku hûn me zêde li hêviya bersivê nehêlin.
Silav û rêz
02.02.2018