Serrûpel Nûçe Fermandarê YPG Sîpan Hemo: Hikûmeta Sûriyê di warê lojîstîkî de alîkariya me...

Fermandarê YPG Sîpan Hemo: Hikûmeta Sûriyê di warê lojîstîkî de alîkariya me dike

Belav bike

Fermandarê giştî yê YPG Sîpan Hemo got, wan 11 tankên Tirkiyê şewitandine û Şam jî di warê însanî de alîkariya wan dike.

Sîpan Hemo di hevpeyvîna xwe de ligel rojnameya Siûdî El Şerq El Ewset ragihand, tenê di warê lojîstîkî, tibbî û hawarhatinê de rêjîma Sûriyê alîkariya wan dike û ragihand ku ji hikûmeta Sûriyê tê xwestin sînoran biparêze.

Hemo eşkere kir ku Tirkiyê dixwaze Efrînê kontrol bike, piştre armanca wê ewe ku rojhilat û rojavayê Helebê bixe bin kontrola xwe û Erdogan ji berê de Heleb weke beşekî ji Împratoriya Osmanî dihesibîne.

Li gor Sîpan Hemo, Tirkiyê li hinek cihan 500 metre, li hinek cihan jî 3 km derbasî nava axa herêma Efrînê bû ye.

Fermandarê giştî yê YPG her wiha got, rokêtên ku ew davêjin, ne yên Rûsya ne û ne jî yên Emerîka ne, wan ew rokêt ji bazara reş kirîne.