Serrûpel Nûçe Serokê Istîxbarata Tirkiyê li Sûriyê ye

Serokê Istîxbarata Tirkiyê li Sûriyê ye

Belav bike

Hate ragihandin ku rawêjkarê Istîxbarata Tirkiyê (MÎT), Hakan Fîdan serdana Navenda Himêmîm ya Rûsya li Lazqiyê kir.

Li gorî heman ragihandinê, Hakan Fîdan di serdana xwe ya Himêmîm de, ligel serokê Emna Qewmî ya Sûrî Elî Memlûk civiya ye.

Di wê ragihandinê tê diyar kirin ku di civînê de, herdû aliyan behsa êrîşa li ser Efrînê û şerê Idlibê jî kiribin.

Tirkiyê heta niha vê yekê red dike.