Serrûpel Nûçe Parlamenterê Kurd Omer Osê gelek tiştan li ser Efrînê eşkere dike –...

Parlamenterê Kurd Omer Osê gelek tiştan li ser Efrînê eşkere dike – Vîdyo

Belav bike

Parlamenterê Kurd ê parlamentoya Sûriyê û Serokê Destpêşxeriya Niştimaniya Kurdên Sûrî, Omer Osê ji Rûdawê re ragihand, “hikûmeta Sûriyê li Efrînê alîkariyê dide Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekan ji wan re dişîne”. Osê herwiha gefa wê yekê xwar, ku “eger êrişên Tirkiyê li ser Efrînê berdewam bin, dê Artêşa Sûriyê derbasî ser sînorên Efrînê bibe.”

VÎDYO

Omer Osê îro Çarşemiyê beşdarî bultena saet 19:00an a taybet bi Rojavayê Kurdistanê ya kanala televîzyona Rûdawê bû û derbarê êrişa Tirkiyê bo ser Efrînê û helwesta rêveberiya Şamê li hember wê êrişê û çend mijarên din ên têkildarî rewşa Efrînê bersiva pirsan da.

 

Omer Osê diyar kir, “ji aliyê prensîpî ve erkê hikûmeta Sûriyê ye ku li Efrînê piştgiriya gelê Kurd bike û hevkariyê bide Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), ji ber ku Efrîn bajarekî Kurdî ye û di heman demê de bajerekî Sûriyê ye jî.”

 

Osê got, “dewleta Tirkiyê bi êrişên xwe yên hovane bo ser Efrînê, serweriya Sûriyê binpê kiriye û ji ber wê lênihêrînê jî helwesta dewleta Sûriyê pêşketî bû û ji min re jî suprîz bû, dema ku Serok Beşar Esed êrişa Tirkiyê bi dijminatiya aşkere bi nav kir.”

 

Osê herwiha got, “li ser daxwaza min parlamentoya Sûriyê civîneke taybet ji bo gotûbêjkirina rewşa Efrînê û êrişa Tirkiyê bo ser Efrînê li dar xist û em daxuyaniyeke nivîskî derbarê wê yekê de jî derxist.”

 

Osê tekez kir, “şanda hikûmeta Sûriyê di civîna Viyenayê de jî ku di 25ê Çileya bihorî de hat lidarixstin, nameyeke nerazîbûnê li ser êrişa Tirkiyê ya bo ser Efrînê radestî Nûnerê Netewên Yekgirtî kir.”

 

Parlamenterê Kurd ê parlamanetoya Sûriyê di berdewamiya axavtina xwe de amaje bi wê yekê kir, ku ti hemahengiyek di navbera hikûmeta Sûriyê û Tirkiyê de derbarê êrişa ser Efrînê de çê nebûye û tekez kir, ku “Rûsyayê glûpa kesk ji bo êrişa Tirkiyê ya ser Efrînê pêxist.”

 

Omer Osê herwiha got, derbarê êrişa Tirkiyê de, “hemahengiyeke Rûsî-Tirkî û herwiha hemahengiyeke Amerîkî-Tirkî” heye û da zanîn, ku ti rola hikûmeta Sûriyê di wê yekê de nîne û “rêveberiya Şamê li derveyî vê hevkêşêyê” ye.

 

Osê destnîşan kir, ku eger şer li Efrînê berdewam be û êrişên Tirkiyê bo ser wê herêmê bidomin, dê Artêşa Sûriyê hêzên xwe li ser sînorê Efrînê bicih bike û erkê xwe ji bo parastina kurdan û Efrînê pêk bîne. Osê got: “Erkê hikûmet û artêşa Sûriyê ye, ku hemû sînorê axa xwe û herêma Efrînê û Çiyayê Kurmênc biparêze.”

 

Derbarê hebûna hêzên leşekrî yên hikûmeta Sûriyê li Efrînê û derdora wê de jî, wî parlamenterê ser bi rêveberiya Şamê ve ragihand: “Hebûna hêzên bejayî yên girêdayî Artêşa Sûriyê li herêma Efrînê, hebûneke sembolîk e.”

 

Serokê Destpêşxeriya Niştimaniya Kurdên Sûriyê di beşeke din a axavtina xwe de aşkere kir, ku piştî destpêkirina operasyona leşkeriya Tirkiyê li dijî Efrînê, “di navbera hêzên Tirkiyê û hêzên Artêşa Sûriyê de du caran pevçûn li herêma El-Îsê çê bûye.”

 

Omer Osê herwiha da xuyakirin,” Sûriye amade ye, ku Efrînê biparêze û hêzên xwe bibe wê herêmê, lê belê YPG ne amade ye ku rê bi derbasbûna hêzên Sûriyê bide”, û daxwaz ji YPGê kir, ku rê bide daku hêzên hikûmeta Sûriyê derbasî Efrînê bibin.

 

Osê aşkere kir, ku hikûmeta Sûriyê piştî êrişên Tirkiyê bo ser Efrînê jî çek dane YPGê û got: “Li gorî zanyariyên min, Artêşa Sûriyê çek û cebilxane pêşkêşî Yekîneyên Parastina Gel kiriye û ez daxwaz dikim, hemahengiya heyî ya di navbera aliyan de were bipêşxistin, ji bo piştevaniya herêma Efrînê ji êrişên esmanî yên Tirkiyê.”

 

Li ser pirsa, gelo hikûmeta Sûriye amade ye çi bide kurdan, Omer Osê got: “Sûriye amade ye, curek ji curên otonomî yan xweseriyê bide kurdan û ji bo wê yekê qanûna encumenên xwecihî sererast bike û pêş bixe.”

 

Osê diyar kir, ku mafê kurdan li Şamê ye û bang li PYD, ENKS, partiyên din ên Kurdî û kesatiyên serbixwe yên Kurd kir, ku serdana Şamê bikin û daxwaza mafên xwe ji Şamê bikin.

 

Osê da xuaykirin, ku pirsgirêkên Kurd li Şamê tên çareser kirin û bi rexnegirtina li helwestên hin serkirdeyên Kurd got: “Hin serkirdeyên Kurd tên Şamê xerciyên xwe distînin û piştre diçin Qamişloyê û daxwaza dewleteke serbixwe ya Kurdî dikin.”

 

Wî parlamenterê Kurd ê parlamentoya Sûriyê derbarê îdiaya serdana Şêwirmendê MÎT a Tirkiyê Hakan Fîdan bo Binkeya Himêmîmê û hevdîtina wî ya li gel Serokê Asayişa Netewî ya Sûriyê Elî Memlûk de jî got, “ev civîn nerast e û ti pêwendî nehatiye kirin.”