Serrûpel Nûçe NATO: Heqê Tirkiyê heye şerê terorê bike

NATO: Heqê Tirkiyê heye şerê terorê bike

Belav bike

Sekretêrê giştî yê NATOyê dibêje, heqê Tirkiyê heye ku şerê terorê bike û ti endamekî NATO bi qasî Tirkiyê rastî êrêşên terorîstî nehatiye.

Yens Stolten-bêrg di bersiva pirseke nûçegihanê Rûdawê de dibêje, Tirkiyê bi berdewamî zaniyariyan derbarê Operasyona Şaxê Zeytonê de dide NATO, lê tu hêzêke wan li wê navçeyê tune ye.