Serrûpel Nûçe Wezîrê berevaniya Emerîka: Emê hewl bidin YPG ji PKK cuda bikin

Wezîrê berevaniya Emerîka: Emê hewl bidin YPG ji PKK cuda bikin

Belav bike

 

Wezîrê berevaniya Emerîka ji Tirkiyê re gotiye ku ewê hewl bidin ku YPG ji PKK cuda bikin.

 

Wezîrê berevaniya Tirkiyê Nurettin Canikli dibêje, wezîrê berevaniya Emerîka James Mattis ji wî re gotiye ku ewê hewl bidin ku YPG ji PKK cuda bikin, wî jî ji diyar diyar kiriye ku ew tişt ne mumkun e.

 

Li gor wezîrê berevaniya Tirkiyê, James Mattis her wiha gotiye belkî ew PYG li dijî PKK bixin, wî jî gotiye ew bi tu awahî ne mumkun e, ji ber ku YPG ji aliyê PKK ve tê birêvebirin û ew beşekî PKK ye.

 

Wezîrê Tirkiyê dibêje Mattis ji wî re eşkere kiriye ku ew difikirin çekên ku dane YPG paşve bikişînin.