Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavûşoglû ragihand ew amadene berhemanîna xwe li Îraqê zêde bikin, lê berî wê divê PKK li Iraqê nemîne.
Wezîrê derve yê Tirkiyê eşkere kir ku rêkeftineke wan bi Iraqê re heye ji bo nehîştina PKK.
Di derbarê Sûriyê de jî wezîrê derve yê Tirkiyê got pêwîste berî her tiştî yekîtiya xaka Sûriyê bê parastin û piştgiriya ji bo rêkxistinên ku dixwazin Sûriyê perçe bikin bidawî bibe.