Hêzên artêşa Sûriyê derbasî nava Efrînê nabin, lê wê hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve derbas bibin, ev jî li gor rêkeftina di navbera hikûmeta Sûriyê û YPG de ye.
DI nava wan hêzan de, milîzên Îranî, çekdarên Hibullaha Libnanê û hinek hêzên din yên Şîe hene, ku ligel artêşa Sûriyê ne.
Hinek ji wan hêzên Şîe, ji Îraqê ne, hinek jî ji Îranê ne.
Şîrovekarê siyasî Muhened El Zahir ku nêzêkî hikûmeta Sûriyê ye ji Şamê got, di nava wan hêzan de ku wê biçin Efrînê. wê pisporên eskerî yên Îranî jî hebin.
Li gor El Zahir, ew hêz bi hev re wê şerê artêşa Tirkiyê bikin li Efrînê.