Ajansa ANF ku nêzîkî YPG te, ragihand ku rêkeftinek di navbera YPG û Artêşa Sûriyê de çêbû û biryare sibê Artêşa Sûriyê derbasî nava Efrînê bibe.
Siyasetmedarê Kurd ji nav bajarê Efrînê Şêxo Bilo got ragihand rêkeftin çêbûye û tê çaverêkirin ku artêşa Sûriyê sibe biçe Efrînê.
Berî niha Rûsya ragihandibû ku ew dixwazin ji bo rêgirtina li ber berfirehbûna şer, hêzên artêşa Sûriyê li Efrînê bicî bibin.
Berdevkê ragihandina YPG Rêza Hido jî duh ji Rûdawê re gotibû ku ew ne li dijî in artêşa Sûriyê biçe Efrînê.
Niha hemû amadekarî temam bûne ku artêşa Sûriyê derbasî Efrînê bibe. DI derbarê vê yekê de heta niha Tirkiyê tu daxuyanî nedane.