Serrûpel Nûçe Hêzeke nû ji Hêzên Şebî çûne Efrînê

Hêzeke nû ji Hêzên Şebî çûne Efrînê

Belav bike

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihand, karwaneke nû ji Hêzên Şeibî gihiştine Efrînê, û berdevkê ragihandina YPGê li Efrînê ragihand ku Hêzên Sûriyê bi awayekî serkeftî gihiştine bajêr.

Berdevkê ragihandina YPGê li Efrînê Rêzan Hido ji medyaya Rûsyayê re ragihand, tevî topbaranê, karwanên Hêzên Şeibî, bi awayekî serkeftî derbasî Efrînê bûne.

Rêzan Hido diyar kir ku di encama bombebaran artêşa Tirkiyê de dema ku karwanê hêzên Şebî derbasî nava Efrînê dibûn bi dehan rojnamevanên ku ew karwan dişopandin birîndar bûn.

Rêzan Hido bal kişande ser wê yekê ku Hêzên YPG bi berdewamî ligel artêşa Sûriyê û berpirsên Şamê di nava pêwendiyan de ne.