Serrûpel Nûçe Serok Barzanî ligel Şandeke Kurdên rojava civiya

Serok Barzanî ligel Şandeke Kurdên rojava civiya

Belav bike

Îro 21.02.2018ê Serok Barzanî li Selahedînê li gel desteya serokatiya Encûmena Nûnerên Kurd li Sûriyê civiya û di hevdîtinê de pêşketinên siyasî û ewlehî yên li rojava û bajarê Efrînê hatin gotûbêj kirin.

Herwaha di civînê de, gotûbêj derbarê pêşeroja rojhilatê Firatê û pirsgirêkên leşkerî û siyasî yên li wê navçeyê hatin kirin.

Herwaha di civînê de şanda mêvan kurteyek derbarê peyvendiyên hêzên siyasî yên rojava, herwaha li gel aliyên Sûrî û çalakiyên siyasî yên ENKSê ji serok Barzanî re hatin rawe kirin. Serok Barzanî jî di goteya xwe de li ser pêşeroj û pirsgirêkên gelê kurd li Sûriyê û şîretên pêwîst ên di vê derbarê de ji şanda mêvan re gotin. Bas