Vê çarşemê şandeke komîteya pêwendyên derve ya ENKS, bi serokatiya Kamîran Haco li Washingtonê ligel wezareta derve ya Emerîka dicive.
Endamê şandê Îbrahîm Biro ragihand ku, ewê ligel rayedarên Emerîka, li ser rewşa Kurdan li Sûriyê gotûbîj bikin û ewê ji nêzîk ve Emerîkiyan li ser pirsa Kurd û rewşa Efrînê agahdar bikin.
Piştî civîna ligel wezareta derve ya Emerîka, şanda ENKS wê hevdîtinekê ligel rayedarên Encumena Emna Qewmî ya Emerîkî jî pêk bîne.
Şanda ENKS. piştî Emerîka, wê ligel wezareta derve ya Brîtanya, Frensa û Fînlanda jî bicive.