Hemîd Hecî Dewrêş li ser êrîşa li dijî Efrînê got, wî berê gotibûn ji bo ku êrîşa Tirkiyê neçe Efrînê, ya baş ji bo Kurdan ewe ku Efrîne ji bo artêşa hikûmeta Sûriyê were teslîmkirin.
Sekreterê Partiya Pêşverû, ku di heman demê yek ji damezrênerên yekemîn partiya kurdî ye li Sûriyê, di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya erebî El Şerq El Ewset, eşkere kir ku ji berê de ew ji wê yekê ditirsiyan li artêşa Tirkiyê û çekdarên îslamî yên tundrewş êrîşî Efrînê bikin, ji ber vê yekê wan xwestibû ku Efrînê teslîmî Sûriyê bikin.
Sekreterê partiya Pêşverû her wiha dibêje PYD bi riyên demokratîk nehate ser destelatê, ew bû emrekî Waqîî û ew jî bû sedema nerazîbûna aliyên siyasî yên Kurdî, û xwest ku desthiladarî bi riya sindûqên hilbijartinan be ne bi zora sîlehê.
Hemîd Hecî Dewrêş her wiha got, Rûsan ji wan xwest ku şandeke kurdî ji 8 kesan amade bikin, lê ENKS, Tev Dem û PYD ji bo avakirina şandeke kurdî ne amade bûn.