Serrûpel Nûçe Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wê alîkariya Efrînê dike

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wê alîkariya Efrînê dike

Belav bike

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî eşkere kir ku ew ê alîkariya xelkê Efrînê yên ku hatine Herêma Kurdistanê bikin.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed di derbarê vê mijarê de ji BasNewsê re axivî. Ehmed diyar kir ku ew xizmetkirina ji bo xelkê Efrînê weke erkekê dibînin û wiha pê de çû: ‘Xelkê Efrînê jî gelê me ye. Ji bo dabînkirina pêdawîstiyên wan em ê hemû derfetên xwe seferber bikin. Ji damezrênerên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mesrûr Barzanî di konferansa salane ya dezgehê de ku di wê demê Efrîn di bin êrişan de bû diyar kir ku çawa wan derfetên xwe ji Wan, Kobanî û deverên din seferber kiribin ew dixwazin alîkariyên xwe bigihînin xelkê Efrînê jî.’

Mûsa Ehmed ragihand ku ew di şandina alîkariyên rasterast bo Efrîniyan rastî gelek asteng û dijwariyan tên û wiha pê de çû: ‘Hewldanên me yên şandina alîkariyan li gel dezgehên navdewletî mixabin bi ser neketin. Polîtîka me ew e ku em rasterast alîkariyan radest bikin. Heta niha me ji bo her derê wiha kiriye û yekser em alîkariyan digihînin kesên hewcedar.  Piştî karesatên li Wan, Kobanî, Qamişlo û deverên din jî me bi vî awayî rasterast alîkariyên xwe gihandin wan deveran. Lêbelê miabin ji bo alîkarkirina xelkê Efrînê me rê û rêbazek nedît.

Ehmed di dewama gotinên de amaje bi wê yekê kir ku ew niha bi rêya komîsyonekê hewl didin ku alîkariya xelkê Efrînê yên hatine Herêma Kurdistanê bikin û wiha got, ‘Em dixwazin di navbera kesên hewcedar û dezgehên navdewletî de bibin pirek jî. Heta niha nêzî 50 malbatên Efrînî xwe gihandine Herêma Kurdistanê. Em dixwazin alîkariya xelkê Efrînê yên ku li seranserê Rojavayê Kurdistanê û deverên din belav bûne jî bikin.’ Basnews