Serrûpel Nûçe Şanda ENKS li Washingtone û ligel wezareta derve ya Emerîka civiya

Şanda ENKS li Washingtone û ligel wezareta derve ya Emerîka civiya

Belav bike

Li Waşinton, şandeke ENKS bi rayedarên Amerîkî re civîya û mijara sereke ya wê hevdîtinê jî, êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê û pirsa Kurd bû li Sûriyê.

ENKS di daxuyaniyekê de ku kopiyek jê gihişte Rûdawê, ragihand ku şanda ENKS bi serokatiya serokê ofîsa pêwendiyên derve Kamîran Haco û Îbrahîm Biro li Waşinton, hevdîtinek bi berpirsê ofîsa wezareta derve ya Amerîka û rêvebirê karûbarên rojhelata navîn di wezaretê de pêk anîn.

ENKS ragihand ku herdu aliyan li ser wê yekê tekez kirin ku êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê, rewşa Sûriyê aloztir dike û divê şer were rawestandin, û rê li pêş çareseriya siyasî vebe.

Di derbarê îdareyeke nû ji bo rojhilatê Firat ku Emerîka amadekariya wê dike, rayedarên Emerîkî tekez kirin ku divê nêrîna ENKS jî were standin û di nava wî îdarê de cih bigirin.

Şanda ENKS her wiha ligel berpirsên ofîsa Brêt Mêkgork û serokê dosya Sûriyê di wezareta derve ya Emerîka de jî civiya.