Rojnameyeke nêzîkî serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan idîa kir ku, fermandarekî Sultan Ebdulhemid, bi navê Mustafa Namiq, ku bi xwe Turkmen bû, sala 1920 de bû qameqamê Mabetana (Nahiyeyeke Efrînê ye) 22 salan qameqamî kiribû, li herêma Efrînê , wê demê Efrîn gundekî biçûk bû. Piştre Mustafa Namiq Efrîn mezin ava kir û kire bajarek.
Li ser bextê rojnameya Yeni Şafak be, Mustafa Namiq ji Cerablusê bû. Di sala 1963 de jî li Şamê parlamenter bû. Û wî sala 1922 Efrîn kiriye bajar.