Serok Barzanî li hemberî biryardana li ser butçeya Îraqê ya sala 2018 ku bê hebûna Kurdan hate erê kirin û têde zilmeke mezin li Kurdan hate kirin, bêdeng nema.
Serok Barzanî di daxuyaniyekê de got, derxistina biryara butçeya 2018 li derveyî destûra Îraqê bû, û li dijî şeraketa di navbera Kurdistanê û Îraqê de bû.
Serok Barzanî bi boneya 27emîn salvegera raperîna gelê Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand: “Dema wê hatiye di bersiva wê kiryara parlemantoya Iraqê de, hemû aliyên Kurdistanî pêkve bicivin û biryareke guncaw û hevbeş bidin.”
Deqa wê peyamê:
“Di 27emîn salvegera raperîna xelkê Kurdistanê de silav li giyanê pak ê şehîdên riya azadiya gelê me û silav li Pêşmergeyên qehreman û hemû têkoşer û niştimanperwerên Kurdistanê.
Raperîna Buhara 1991an hîmaya xwebidestnedan û qebûlnekirina zulm û dagîrkiriyê ye, destkeftên wê bûyera mezin diyar in û raperîn pendeke giranbuha ye ji bo me hemûyan ku maf û azad nayin bexşandin, belkû divê bidest bînin.
Ewê bi navê pesendkirina budce di 3.3.2018an li parlemantoya Iraqê de rû daye bi aşkere binpêkirina şeraket, tewafiq, tewazin û binemayên destûr pêk hatiye û çewsandineke plankirî bû ji gelê Kurdistanê re ye. Hêvîdar im ew riftar, rastiyan ji xelkê Herêma Kurdistanê û aliyên derve re aşkere kiribe û dabe zanîn ku gelê Kurdistanê ligel çi eqliyet û ferhengê serederiyê dike. Dema wê hatiye di bersiva wê kiryara parlemantoya Iraqê de, hemû aliyên Kurdistanî pêkve bicivin û biryareke guncaw û hevbeş bidin.
Di bîranîna raperînê de pêzanîna ma ji xelkê Kurdistanê re heye û pir bi dil spasiya wan dikim ku li hember dorpêç û fişarê û dagîrkariyê de bi serbilindî û xweragirî û bi îradeyeke ji polat rawestiyane.
Mesûd Barzanî