Serrûpel Nûçe Wezîrê derve yê Almanya li ser Salih Mislim axifî

Wezîrê derve yê Almanya li ser Salih Mislim axifî

Belav bike

Di bersivia pirseke derbarê rewşa hevserokê berê yê PYDê, Salih Mislim, di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş bi wezîrê derveyê Tirkiyê re li Berlînê, wezîrê derve yê Almanya Zîgmar Gabriyêl daxuyakirin ku ev daxwaz ji aliyê Tirkiyê ji wî hatiye kirin, û got; ev mijareke girêdayê wezareta adaletê ya Alamnya ye, û niha lêkolîn li ser tê kirin, û li gor lêkolînan wê gav bêne avêtin.
Wezîrê derve yê Almanyawiha got:

Daxwazeke wiha ji wezîrê derve ji me hate kirin, ew pirseke girêdayî wezareta edaletê ya Almanya ye. Li wê derê lêkolîn li ser tê kirin û li gor encamên wan lêkolînan gav têne avêtin.