YPG bi zimanekî tund êrîşî Rûsya dike û dibêje Rûsiya di rijandina xwîne gelê Efrînê û kuştina sivîlan de hevkarê dewleta Tirkiyê ye.
Di daxuyaniya fermandariya giştî ya YPGê hatiye, ku ezmanê herêma Efrînê di bin parastina Rûsiya de ye, heger Rûsiya rê ji balafirên şer ên Tirkiyê re venekiriba, wê nikarîbaa derbasî ezmanên Sûriyê biba û êrîşî Efrînê kiriba.
Di daxuyaniya YPG de hat ku Rûsiya û bi hevkariya dewleta Tirk re, rê daye ku komkujiyan dijî xelkê Efrînê pêk bîne, û gelê Efrînê neçarî koçberkirinê bike.
YPGê bang li hikûmeta Rûsiya kir êdî rê nede Tirkiyê ku êrîşî Efrînê bike.