Serrûpel Nûçe Rojnamevan Pirîskê Mihoyî li Rusya hate xelatkirin -FOTO

Rojnamevan Pirîskê Mihoyî li Rusya hate xelatkirin -FOTO

Belav bike

ROJNAMEVANÊ NASKIRÎ PRÎSKÊ MIHOYÎ
DU XELATÊN BILIND WERGIRT
Têkçûyîna Yekîtîya Sovîyêtê,  rewşa aborî û sîyasîye giran, ku li komarên Yekîtîya Sovîyêtêye berê ya despêka salên 90-î (sedsala 20-î) saz bûbû, bi mîlîyonan kes cîhşihitî kirin. Ji ber şerê li navberan komaran û gelan rewş bêtir giran bûbû. Bi dehan hezaran kurdên me jî (çi êzîdî, çi musulman) bûne peneber…

Wan salan karmendê rojnama «Rya Teze», rojnamevan Prîskê Mihoyî jî berê xwe da xerîbîyê û li serbajarê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya), li bajarê Îjêvskê bi cîh û war bû. Li wê demê ji bo peneberan pirsa sereke ew bû, wekî parî nan bînin nava neferên xwe û piranîya peneberan dest avêtine karê tucarîye. Kesên karibûn bi pêşê xwe kar bibkin, gelekî kêm bûn. Lê Prîskê Mihoyî dest ji wî karê xwe yê hizkirî nekişand. Di demeke kin da ewî li Rûsyayê di karê çapemenîyê da cîhê xwe girt: ew bû serokê beşa weşanan ya navçeya Zavyaylovê (Ûdmûrtya), berpirsayarê sereke yê rojnama rûsî ya «Prîgorodnîyê vêstî» («Deng û behsên dorhêla bajêr»), serokê çapxanê… Di nava van salên çûyî da Prîsk bi karê xwe yê baş û pispor yê di warê rojnamevanîyê da gelekî bi pês va çû: bû cigrê berpirsyarê sereke yê rojnama 100-sale ya bi navê «Ûdmûrtskaya pravda», li Wezîreta çapemenîyê û weşanan bû cîgrê serokê beşa çapemenîyê û îro jî serokê beşa çapxana û weşana pirtûkan ya Ajansa Komara Ûdmûrtîyayê ya çapemanîyê û masmediya ye. Ewî sala 2013-an navê  rojnamevanê vê komarêyî emekdar wergirt. Xênî karê rojnamevanîyê, Prîskê Mihoyî, usan jî çawan wergerê navdar, karmendê civakêyî çalak hatîye nas kirin…
Û van rojan rojnamevan û wergêrê naskirî, serokê beşa çapxanan û weşana pirtûkan ya Ajansa Komara Ûdmûrtyayêye çapemenîyê û masmêdîayê, rojnamevanê vê komarêyî emekdar Prîskê Mihoyî du xelatên bilind wergirt:
Bi Fermana Serokkomarê Ûdmûrtyayê Alêksandr Brêçalov çendekî berê ji bo xizmeta salên dirêj û serkeftinên di karê xwe da  Prîskê Mihoyî bi Sîyanetnama Komara Ûdmûrtyayê hate rewakirin. Gerekê bê gotinê, ku eva xelata vê komarê ya dewletêye here bilinde. Û çend roj berê, 6-ê adarê, di civana hemû berpirsyarên sereke yên rojname û kovarên vê komarê da serokê Ajansa Komara Ûdmûrtyayêye çapemenîyê û masmêdîayê Alêksêy Voronsov ew xelata hêja da hogirê meyî pênûsê Prîskê Mihoyî û «Nîşana sîyanetê» li pêsîra wî va kir.
Hema wê rojê û di wê civînê da seroka Yekîtîya rojnamevanên Komara Ûdûrtyayê Yêlêna Kapîtonênkoyê nîşana «Ji bo emekê li ber civaka profêsîonal» ya Yekîtîya rojnamevanên Rûsyayê da Prîskê Mihoyî û di warê pêş ve  serkeftinên mezin ji rojnamevanê emekdar ra xwest. Ev xelata jî xelateke Yekîtîya rojnamevanên Rûsyayê ya here bilinde.
Em bi dil û can hevalê xweyî pênûsê Prîskê Mihoyî ji bo van xelatên bilind pîroz û bimbarek dikin û wî ra destkevtinên diha bilind dixwezin.

TOSINÊ REŞÎD.
10.03.2018.