Ragîhandin û Daxwaza Bexshandinê
Bi dehan sal in min nivîsandina bi zimanê kurdî bi serhishkî û daxwaz domand. Chiqa hinek dostan pêshniyaz dikirin ku bi E’rebî jî binivîsînim, min nekir. Gotineke Înglizan heye, dibêje, ”Ger te bi wan nikaribû tev li wan bibe” (If you can’t beat them join them). Chiqa hinek ciwanên me yên ji herêmên kurdî yên aliyê Sûriyeyê ciwanmerdî kirin û xwe fêrî xwendina zimanê xwe kirin jî, mixabin pirraniya herî ziyade ji Kurdên binê xetê ji shêweya nivîskî ya Kurmancî bash tê nagihên û nikarin zû bixwînin. Ji ber wê sedemê ye, ku di van demên dawîn de, min hewl da bi E’rebî jî chend rêzan binivîsînim, ji bo xatirê berjewendiya gishtî di van demên hesas de. Ji bo vê yekê ji kurmancîhezan û dostên bi E’rebî nizanin bexshandinê hêvî dikim.
Ya din, bi encama dilsariya ji rewshê bi gishtî, ziyadebûna tishtine bênerx di Fêsbûkê de, û bi taybetî li dû mijara Kekûkê, min nivîsandin hema-hema bi tevahî rawestand û ji Fêsbûkê bi dûr ketim. Lê carê em wek Kurd ji day bûne û rewsha xelkê me li welêt dest ji me bernade. Bêtar li dû bêtarê me vediciniqînin û heta li warên dûr be jî rehetiyê û aramiyê ji me werdigirin. Mijara bi herêma Efrînê ve girêdayî ez veciniqandim, heye ku di heman demê de beshekî ji min da vejandin. Ji ber ku hinek dost li beshdariya min meraqê dikin, ez ê ji bo demekê dîsa di Fêsbûkê de aktîv bim, bi hêviya ku beshdarî sûdmend (faydegîher) be, bi kêmasî ji bo jimareke ji dostên delal.
Ji dostan û nasan û hevwelatiyan re bextyariyê hêvî dikim. Tev slavan.
Shahînê Soreklî
14/03/2018
—