Serrûpel Nûçe Hevserokê PYD: Em bostek axa Efrînê jî bernadin (Hevpeyvîn)

Hevserokê PYD: Em bostek axa Efrînê jî bernadin (Hevpeyvîn)

Belav bike

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen ragihand ku rêkeftin di navbera Tirkiye û Rûsyayê de çêbûye û Rûsya perçeyeke ji Sûriyê pêşkeşî Tirkiyê dike. Şahoz Hesen herwiha got, Tirkiyê hewl dide demografiya Efrînê biguhere.

 

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen di hevpeyvîneke taybet de ji bo Rûdaw got ku Tirkiyê hewl dide li Efrînê guhertineke demografîk çêbike û diyar kir ku hikûmeta Sûriyê jî li hember rêkeftina Rûsya û Tirkiyê bêdeng maye.

 

Şahoz Hesen di hevpeyvîna xwe de ragihand ku heya niha şer negihştiye nav bajarê Efrînê û li gelek gundên derdora Efrînê û her cihekî ku Tirkiyê û çekdarên El Qaîde derbasî nava wan  bûne, şer berdewam dike.

 

Şahoz Hesen dibêje Tirkiyê kesên girêdayê xwe dibe li gundên Efrînê bicih dike, lê ew buhustekê ji axa Efrînê bernadin û  ji herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê, alîkarî ji Efrînê re tê şandin.

 

Peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero ev hevpeyvîn bi hevserokê PYDê Şahoz Hesen re çêkiriye.

Rengîn Şero: Niha Rewşa Efrînê di çi astekê de ye? Di vê heyama ku rêyên alîkariya serbazî hatine qutkirin de hûn dikarin çi qas li berxwe bidin?

Şahoz Hesen: Heta niha di asteke mezin de berxwendan li Efrînê didome. Ez dixwazim ji gelê Kurdistanê re bila kes xema xwe neke îradeya azad dê heta dawiyê li Efrînê berxwe bide, lê bila gelê herçar parçeyên Kurdistanê jî vê yekê bizane be ev berxwedan li ser navê hemûyan tê kirin, çimkî ev êriş li ser hebûna gelê Kurd tê kirin. Mesele ne tenê sînorê Efrînê ye, berxwedan a hemû Kurdistanê ye divê li hemû derên Kurdistanê berxwedan bê bilindkirin.

Çalakiyên heta niha bo piştgiriya Efrînê têne kirin têre nake divê gavên mezintir bêne avêtin.

Hêzên YPG û YPJê di navenda Efrînê de ne û gelek gund ketine destê artêşa Tirk û çekdarên ser bi wê û tê gotin gelek kesên Ereb û Tirkmen ên ji kampa li wan deveran têne bicîkirin. Ev yek çiqas metirsiyê çê dike û çi planên we hene?

Berxwedan ne têne di nav navenda bajarê Efrînê de ye, hêj şer negihiştine navenda Efrînê. Berxwedan di derdora Efrînê, li gungan û navçeyan berdewam e. Her cihê ku dewleta Tirk û çeteyên El Qaidê, DAIŞê derbas bûne berxwedan heye û şerê wan tê kirin. Rast e hinek sivîl ên girêdayî wan tînin li wan gundan bicih dikin. Di vê mijarê de bilezin û dixwazin demografiya herêmê biguherînin. lê gelê Efrînê heta buhustekê ji axa wan bimîne ew dev ji Efrînê bernadin berxwedan dê berdewam be heta herêm tê rizgarkirin. Em dibêjin bila kes nebin guh nedin van hewl û daxwazên Tirkiyê. Ki ligel van hewldanên dewlat Tirk re be ti cudahiyan bi DAIŞê re nîne.

Zêdeyî 600 kesê sivî li nav Efrînê ne we wek Rêveberiya Xweser kariye heta çi astê alîkariyên mirovahî bigihêjînin wê derê daku bikaribin berxwedana xwe berdewam bikin?

Dibêjin rê vekeriyê lê heta astekê rê vekirine hemû ne serbest in. Alîkariya tê kirin lê bila hemû kes jî bizane bajara Efrînê ji Qamişlo erzantir bû çima… Di vi warê de gel bixwe zelal e, herkes tişta dikeve ser mile xwe pêk tîne. Rêveberiya Efrînê xwe baş organize kiriye. Ez bixwe jî çûm min dît. Herwiha ji herêmên din ên Rojava jî alîkar diçin wê derê. Heger rê hebin alîkar dê hêj zêdetir bên dayîn. Heta niha tengasiyeke pir cidî çênebûye, lê dewlata Tirk çimkî tesisên avê xira kirin niha pirsgirêka avê heye. Bo çareserkirina avê jî hewldan hene.

Alîkariya Sûriyê di warê serbazî de heta çi astê pêwîst bû? Tê gotin tişta li Efrînê rû dide bazareke siyasî bû…

Bi rastî heta niha dewleta Sûriyê tiştekê bandorê li ser civaka navnetewî bike nekiriye. Artêşa dewleteke din tê derbasî nav axa vê dewletê dibe lewma pêwîst bû artêşa Sûriyê sînorê xwe biparêze. Di vî warê de danûstandin jî di navbera YPG û hikûmeta Sûriyê de çêbû lê ti gaveke cidî nehat avêtin. Tirkiye û Rûsya danûstandinan li ser Sûriyê dikin lê rejîm ew qas lawaz bûye ku nikare dengê xwe derbixe û tiştekê bike. Ew bi vî rengê xwe heroj dibêjin Kurd dixwazin Sûriyê perçe bikin, lê niha Rûsya perçeyeke ji Sûriyê pêşkeşî Tirkiyê dike û Sûriyê perçe dikin.

Em behsa federaliyê dikin û bi wê sistemê nexşerêya Sûriyê tê parastin. Em ji bo herêmên din jî vê yekê dixwazin. Berî her tişt baweriya me bi hêza me, bi îrade û têkoşîna me heye û me xwe li gor berxwedaneke mezin amade kiriye. Bi nêrîna min êrişa li ser Kobanî yan Qamişlo dê wiha rihet nebe. Eger bê kirin jî çawa berxwedaneke mezin li Efrînê tê kirin dê li wan deran jî heman berxwedan hebe.

We li herêma Kurdistanê kijan alî dîtine û hûn dê kijan aliyan bibînin û ti gavekê we heye hûn aliyên Rojavayê Kurdistanê jî bibînin û rêkeftinekê pêk bînin?
Pirsgirêk ne ew e ku em niha kê bibînin û kê nebînin. Divê em vê yekê bizanin ev berxwedan ne tenê berxwedana şervanan an xelkê Efrînê, lê belê berxwedana tevahiya Kurdistanê ye. Ev berxwedan li ser navê hemû hêzên demokratîk tê kirin. Ez di wê baweriyê de me ku pêwîst e berî her tişt yekîtiya netewî pêk be û em ji hemû tiştan re vekirine.