Nexweşxaneya Avrîn a li bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve tê bombebarankirin, ji ber bombebaranê 16 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û bi dehan birîndar hene.
Li gor medyaya nêzîkî YPGê nexweşxane bûye armanca sê roketan û ji ber vê ziyaneke mezin li nexweşxaneyê ketiye û hat ragihandin ku ji ber êrişê 15 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û bi dehan kes birîndar bûn.
Herwiha yek ji rêveberên Heyva Sor a Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê Dilgeş Îsa ji Rûdawê re ragihand ku hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bûye 16 û ji wan du kes jin in û ducanî bûn. Herwiha diyar kir ku ji ber zêdebûna birîndaran hejmara wan nizanin.
Nexweşxaneya Avrîn mezintirîn nexweşxaneya herêma Efrînê ye. Bombebarankirina nexweşxaneyê di demekê de ye ku ji ber êrişên Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê gelek birîndar di wê nexweşxaneyê de têne dermankirin.
Herwiha îro ji ber bombebarana firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê 21 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û 45 welatî jî birîndar bûn. Rûdaw