Serokomarê Tirkiyê daxuyakirin ku piştî Efrînê, wê berê xwe bidin Minbic, Kobanî û Qamişlo jî.
Îro Duşemê, Serokomarê Tirkiyê, Receb Tayyib Erdogan di merasîmekê de li Enqereyê got: Çekên hevpeymanên wan di embarên YPGê de hatine dîtin.
Erdogan her wiha diyar kir ku eger pêwîst bike em ê herin bakurê Iraqê jî û şevekê ji nişkêve ewê derbasî Şengalê bibin û PKKê ji wê derê derxînin.
Derbarê vê yekê jî Erdogan ragihand ku heta niha ew ligel hikûmeta Iraqê derbarê PKKê negihiştine rêkeftinê, lê got: Eger babeta PKKê li Şengalê dirêj bike, ewê li wir jî dest bi operasyonekê bikin.
Serokomarê Tirkiyê di nav axaftina xwe de jî got: Kurd, Ereb û Turkmenên Iraq û Sûriyê birayên wan in, û em ziyanê nagihînin wan.