Hevseroka kantona Efrînê daxuyakirin ku zêdetirî 200 hezar welatiyên sivîl ên Efrînê li çolê bê cî û bê war mane.
Di encama girtina navenda Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad ya Sûriyê, piraniya xelkê nava bajêr naçar bûn, ku ji malên xwe derkevin û berê xwe bidin her du navçeyên Şêrawa û Şehbayê.
Di derbarê rewş û hejmara wan koçberan de, hevseroka kantona Efrînê, Hêvî Mistefa, diyar kir ku ew kes li çolê û li ser rêyan mane û pêdiviya wan bi av û xwarinê heye, hejmara wan jî zêdetirî 200 hezar kesan e.
Hêvî Mistefa her wiha got, ku ew kesên otombêlên wan hene, li nav otombêlên xwe de xew dikin, lê kesên bê otombêl li bin daran bi zarokên xwe re radikevin.