Artêşa Azad a Sûrî, Firqeya Pêncem, Lîwayê Sultan Silêman Şah, fermaneke Îdarî ragihand.
Di vê fermanê de hatiye qedexekirin endamên Lîwayê Sultan Silêman Şah bi bêyî destûreke fermî ya pêşwext û îmzekirî derbasî bajarê Efrînê bibin.
Serokerkaniya Hikûmeta Demkî ya Sûrî jî, emrek ji bo hêz û artêşa bi navê (Artêşa Niştimanî ya Sûrî) derxist, têde dibêje, divê jiyan û mal û milkên sivîlan û dezgehên giştî li Efrînê bêne parastin û rêzgirtin ji taybetmendiya Kurdan re hebe, herwiha çekdar li nav bajarê Efrînê nemînin û kelûpelên ku hatine dizîn ji bo xwediyên wan bêne vegerandin..
Derbarê dizî û talaniya ku li Efrînê jî hate kirin, rêveberê Polîtbîroya Lîwayê Muitesim Mistefa Sîcerî jî, di twîteke xwe de ragihand ku tiştê li Efrînê bûye, sûceke ku hinek çete, bi navê Aertşa Azad, pê rabûne, ew çete ne ji bo şer, lê ji bo dizî û talanê hatine.
Ev ferman û daxuyanî, piştî wê yekê hatine ragihandin ku dîmenên talankirin û diziyê li nav Efrînê hatin belavkirin. Di wan dîmenan de çekdarên Artêşa Azad mal û milkên welatiyên sivîl talan dikin.