Serrûpel Nûçe Îlham Ehmed ji xelkê Efrîn dixwaze venegerin

Îlham Ehmed ji xelkê Efrîn dixwaze venegerin

Belav bike

Hevseroka Encûmena Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed di twîttekê de ji xelkê Efrînê xwest ku venegerin cihê xwe, ji ber ku eger vegerin, wê terorîst li benda wan bin û wê selfiyên xwe bi jinan re re bigirin.

Îlham Ehmed her wiha got kesek tune wan sivîlan biparêze û jiyana wan garantî bike û diyar kir ku heta niha jî talankirin û dizîn berdewam e.

Serkirdeya Encumena Sûrya Demokratîk her wiha bila xelk sebir bike heta ku ew Efrînê bi temamî ji Tirkiyê rizgar dikin.

Li aliyê din hevserokê Tev Demê Aldar Xelîl jî ji televîzyoneke nêzîkî PYD re axifî û wî jî xwest ku xelk venegere û got mayîna xelkê li derveyî Efrînê berxwedaneke û ew pîroz dikin û ew hêvî dike ku ew li ser wê berxwedana xwe berdewam bin.