Serrûpel Nûçe PDK-S: Hevalên me yên li Efrînê ji aliyê PYD ve hatibûne girtin...

PDK-S: Hevalên me yên li Efrînê ji aliyê PYD ve hatibûne girtin wendayî ne

Belav bike

PDK-S daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku serkirdeyên wê yên weke Abdulrehman Apo ku li Efrînê girtîb bûn hîn jî li cem PYD girtî ne.

PDK-S di daxuyaniya xwe de, radigihîne ku PYD li navçeyên kurdî li hemberî heval û hevalbendên wê bi karên tund radibe.

PDK-Sê, di banga xwe de PYDê bi wê yekê tometbar dike, ku hîn jî girtiyên wan di zindanên PYDê de ne, ji wan jî Ebdulrehman Apo ku çarenivîsa wî ne diyar e. Herwiha Idrîs Elo, Ehmed Sîno û Ehmed Sîdo û Behzad Dorsin.

Partiya Demokrata Kurdistanê Sûriyê  ji rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan dixwaze ku zextê li ser PYD bikin ji bo ku çarenivîsa gitiyên di zindanên vê partiyê de bê naskirin û ew girtî bêne berdan.