Serrûpel Nûçe ENKS bi wezareta derve ya Brîtanya re civiya û pirsa Efrînê anî...

ENKS bi wezareta derve ya Brîtanya re civiya û pirsa Efrînê anî rojevê- foto

Belav bike

Şandeke bilnid ya ENKSê li paytexta Brîtanya li Londonê bi wezareta derve ya Brîtanya re civiya.

Şanda ku ji serokê komîteya pêwendiyn derve ya Encumena KUrdî Kamîran Haco û endamê komîteyê Îbrahîm Biro pêk hat, ligel wezîrê rojhilata navîn di encumena wezîran ya Brîtanya û bi nûnerê taybet yê Sûriyê re civiya.

Di van hevdîtinan de pirsa Efrînê, rewşa Kurdan li Sûriyê û riyên çareserkirina krîza Sûriyê hate gotûbêjkirin.

Ev demeke ENKS li derve dest bi trafîkeke dîplomatîk kiriye û berî vê hevdîtina li Londonê, li Washington ligel wezareta derve ya Emerîka jî civiya bû.