Rêveberê serxwebûnxwaz ê herêma Katalonyayê ragihand, ew ti demê dest ji serxwebûna Katalonyayê bernade.
Rêveberê serxwebûnxwaz ê Katalonya Carles Puigdemont Twittekê ragihand: Bila ji her kesî re eşkere be, ez ti carî dest ji mafê serxwebûna Katalonyayê bernadim.’’
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, piştî di serkeftina referanduma serxwebûna Kurdistanê de, dubare kir û got ew tu carî dest ji serxwebûna Kurdistanê bernade û ji xeynî serxwebûnê tu çareseriyeke ji bo pirsa Kurd tune ye.