Serrûpel Nûçe ENKS bersiva PYD – TEV DEM da: Êdî dev ji siyaseta xiyanetkirinê...

ENKS bersiva PYD – TEV DEM da: Êdî dev ji siyaseta xiyanetkirinê berdin!

Belav bike

Berpirsekî ENKSê bersiva PYD û Rêveberiya Xweser di derbarê tometbarkirina Yekîtî de dide û dibêje tevahiya partiyên di nava Encûmenê de bi hev re berpirsyarên biryarê ne, û daxwazê dike, ku PYD dest ji siyaseta xayinkirina aliyê din berde.

Li nav bajarê Qamişlo, Desteya Serokatiya ENKSê civya, û daxuyaniya herî dawiyê ya rêveberiya Kantona Cezîrê gotubêj kir, ku têde çend berpirsên ENKSê û bi taybet Partiya Yekîtî bi xiyanetê hatibû tometbarkirin.

Endamê desteya rêveber a ENKSê, Nimet Dawûd, ji Rûdawê re daxuyakirin, ku PYD bi vê siyaseta xwe dixwaze ji ber berpirsiyariya xwe bireve.

Ev tomet jî piştî wê yekê tên, ku Encûmeneke taybet bo rêvebirina Efrînê li Tirkiyê hatibû damezirandin, û heya niha jî ew encûmen neçûye nav Efrînê.