Serrûpel Nûçe Mistefa (3 salî) kuştî hate dîtin – foto

Mistefa (3 salî) kuştî hate dîtin – foto

Belav bike

Zarokê 3 salî ku ji xelkê Kobanî bû û roja Pênşema derbasbûyî li kampa Barîke li Silêmaniyê wenda bûbû laşê wî li nêzêkî kampê hate dîtin.

Zarokê 3 salî Mistefa Elî Ebdî roja Pêncşemê derdora saat 13.00 nîvro wenda bûbû.

Bavê wî Elî Ebdî, duh beşdarî bultena me bûbû û gotibû dibe ku kurê wî hatibe revandin.

Niha laşê zarok Mistefa li Silêmanî li cem bijîşkiya dadwerî ye.

Kesên ku laşê zarok dîtine, dibêjin xwîn li ser laşê wî hebû ye.

Ew li Barîke veşartin.

Polîsan di daxuyaniyekê de ragihandin ku wan dest bi lêkolînê kirine.