Li Hewlêrê, ji ber teqîna (Xezzaneke) mazotê, agir bi hotêlekê ket.
Karmendekî hotêlê, ku xelkê Rojavayê Kurdistanê bû, bi navê Aram Şêx Mûsa, ji qatê heştan a hotêlê, xwe avête xwarê û bi giranî birîndar bû.
Piştî çend demjimêran, Aram ku sêwî bû, ew gihandine nexweşxaneyê, lê ji ber ku birînên wî giran bûn, canê xwe ji dest da.
Her wiha yek ji xwediyên hotêlê, bi navê Wirya Mihemed Osman, ku temenê wî 45 sal bû, şewitî û canê xwe jidest da.
Agir ji aliyê tîmên berevaniya sivîl ve hate vemirandin.
Tê gotin ku sedema vêketina agir, xemsariya xwediyê hotêlê bû di embarkirina mazota muwelîda hotêla xwe de.