Hevseroka Desteya Bicîkar ya devera Efrînê Hêvî Mistefa tekez kir, ku ewê berxwedana Efrînê berdewam bikin û îsal xeyalên Erdogan bidawî bînin.
Hêvî Mistefa ji medya ya nêzîkî PKKê re got: “Kurd ji hemû aliyan ve, ji bo Efrînê têkoşînê dikin, wê berxwedana Efrînê berdewam be û em wî bajarî di bin dagîrkariyê de nahêlin”.
Mistefa diyar kir, ku heger ew dagîrkarî li Efrînê berdewam bibe, wê ew yek metirsiyê li ser hemû Kurdistan çêbike.
Navhatî zelal kir, ku bêdengiya cîhanê Erdogan gihandiye vê qonaxê û Erdogan ji bo hemû cîhanê û Kurdistanê metirsî ye û di xeyalên serdema Osmaniyan de dijî.
Artêşa Tirkiyê bi hevkariya hin ketîbeyên opozisyona Sûryê, di roja 20ê Çileya derbasbûyî de, dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kir û piştî nêzîkî 2 mehan, di 18ê Adara derbasbûyî de, karî wî bajarî bi temamî dagîr bike. K24