Serrûpel Nûçe Dr. Ebdulmecîd Şêxo li Efrînê hate girtin

Dr. Ebdulmecîd Şêxo li Efrînê hate girtin

Belav bike

Rojnamevan û nivîskar Dr. Ebdulmecid Şêxo ji aliyê çekdarên Artêşa Azad ve li Efrînê hate girtin.

Çekdaran ew ji mala wî derxistin û birin Ezazê, ku di bin kontrola opozîsyona Sûriyê û hikûmeta Tirkiyê de ye.

Berê dema ku Kantona Efrînê hebû, ew serokê zankoya Efrînê bû.

Dr. Ebdulmecid Şêxo, di sala 1951 de li Efrînê ji dayîk bû ye, û di sala 1988 de, li Mosko doktoraya xwe di warê rojnamevanî de çêkiriye.

Ew di sala 1973 çûye Almanya, ji wir çûye Rûsya.

Heta niha nayê zanîn, çi bi serê wî hatiye û ji ber çi hatiye girtin.

Gelek berhemên wî bi zimanê kurdî û erebî hene.