Serrûpel Nûçe Me dizê xwe girt (vîdyo)

Me dizê xwe girt (vîdyo)

Belav bike

Bi salane em li dizên xwe digerin. Ne ku em nabînin, em dibînin û digirin, lê em çi bikin dizên me ji me ne. Dizên çand û hinera xwe ne. Dizên ziman û stranên xwe ne.

Ew diz bêhtir li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê derdikevin.

Stranên kurdî didizin, gotinên tirkî lê siwar dikin û bi tirkî dibêjin, û pê meşhûr û zengîn dibin.

We dît dema ku serokomarê Tirkiyê çû ser sînorê Efrînî, li Hatay hejmarek ji hunermendên Tirkiyê jî bi xwe re hinek, hinek ji wan bi esil Kurd bûn, weke Îbrahîm Tatlises.

Li ser sînorê Efrînê, Strana Edlê (Yeman Yar Yeman), ku berê guhertibû û gotinên tirkî lê siwar kiribû, vê carê ji bo xatirê Erdogan gotina Efrîn û Minbicê lê zêde kir, di sosyal medya de rastî gelek êrîşan hat, gelekan ew weke xayîn bi nav kirin û gotin wê weke lekeyeke gemarî li ser eniya Îbo bimîne. Dibêje Eger Te dît Urfa ne xweş e, here li Efrînê bigere, lê te dît Efrîn jî ne xweş e, were li Munbicê bigere.