Serrûpel Nûçe Yildirim: Wê tu endamên PYD û PKK li Minbicê nemînin

Yildirim: Wê tu endamên PYD û PKK li Minbicê nemînin

Belav bike

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ragihand, ku di demeke nêzîk de, wê Amerîka derbarê Minbicê, biryara xwe bide û li wî bajarî ti endamekî PKK û PYD namîne.

Serdana serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ji bo Mengoliya û Efxanistanê bidawî bû. Yildirim di riya vegerê de, bersiva pirsên rojnamevanan da û diyar kir, ku danûstendinên wan derbarê pirsa Minbicê, li gel berpirsên Amerîkî berdewam in.

Yildirim tekez kir, ku ew rijd in li ser wê yekê, ku ti endamekî PYD li Minbicê nemîne û got: “Ji xwe şêniyên wê deverê Ereb in û divê ji hêla Ereban ve, ew dever were birêvebirin”.

Navhatî eşkere kir, ku di dema Tillerson de, wan pêşinyarek arasteyî Amerîka kir û hîn ew pêşinyara wan li ser maseyê ye û Amerîka di demeke nêzîk de wê biryara xwe bide. K24