Min di du nivîsên xwe de bi dûr û dirêjayî behsa Barzaniyan, qehremaniya wan, welatparêziya wan, fedekar û hezkirên welatê xwe ne, kiribû. Min anîbû zimên ku heger Barzanî ji bona Kurdan Kurdistaneke serbixwe ranegihînin, dê ev mesele wê heta sed salên din wiha here.
Çi dema li welatekî, partiyek, rêxistineke welatparêz xurt dibe, her ew dixwazî der dora xwe, hêza xwe, hevalbendên xwe jî bi xwe re zêde bike. Bi zêdebûna dost û hevalbendan pişta mirov saxlem, helwesta tekoşîna ji bona azadiya Kurdistanê geştir dibe ku êdî mirov ango partî jî nema zêde ditirse û hesabên biçûk jî nakin.
Lê ez bala xwe didimê, ew Barzniyên ku tim li hember herçar dagirkerên kurdan şer kirine û dikin, li her sê perçên din, qawet û hêza xwe, piştgir û hevalbendên xwe ewqasî zêde nekirine.
Lewra min xwest hinekî li ser vê rawestim û bînim zimên gelo çima Barzaniyan ev nekirin û ne kiribûn? Sedema vê çi bû? Helbet xwediyê bersîvê ew bi xwe ne lê min jî xwest hinekî nerîn û dîtinên xwe di vî warî de bînim zimên.
Bînim zimên da ku em fêr bibin gelo çima Barzaniyan ev nekirine. Ew jî baş dizanin, dema tu di perçekî de şerê azadiya gelê xwe bidî, pêwîste di perçên din de jî alîkarî û hevkarên te xurt bin.
Di dema azadî, rehetî û xweşiyê de hevalbend û dost gelek in. Ya girîng ew e ku dema mirov qels be, lawaz be, an jî bûyerek weke ya 16.10.2017 bê sere me re, dost û alîgirên me re li hember vê bêdeng nemînin da ku dagirkerên Kurdistanê jî vî hesabî bikin.
Gelo ji bona pêkanîna hêzek an tevgereke wiha kêmanî û şaşî di ku de pêk hat. Ya jî çima Barzaniyan li perçên din ku piştî azadiyê gelek îmkanên wan hebûn , ev nekirin. Heger hêz û qûweteke wiha li perçên din heba, dema ew bûyer hate serê wan dê li perçên din bi dengên bilind piştigiriya Barzaniyan kiribana.
Lê em dinêrin û dibînin ku piştî wê rûdana xerab hema hema qet deng ji Bakurê Kurdistanê derneket, te digot belkî yên xencera jahrê xwarin ne Kurd û Barzanî bûn. Di roja referandûma ji bona serxwebûna Kurdistanê zêdeyê dû sed hezar Kurdên Bakurê Kurdistanê wê rojê li wir amade bûn.
Bi amadebûna xwe, bi şahî û kêfxweşiyên xwe hizr û baweriya dewleteke serbixwe xurtir kirin. Lê piştî wê bûyera qirêj hema deh kes jî derneketin kolanan û ev protesto nekirin û bi vê jî mesajek nedan dagirkerên xwe û negotin: ”Em li pişta birayê xwe ne”
Pir eşkere û zelal e dema piştgiriya te tune be, tu bê kes û xwedî be, wê gavê dijmin jî li gor dilê xwe li te dide. Ma ne ev ew armanc bû Kerkuk çû, Efrîn dihare û diçe. Sibê wê êrîşê bibin ku ne diyar e. Gelek lîstikên qirêj û genî têne lîstin.
Dijimin ji ber wê bêdengî û nehevgirtina Kurdan çi dixwazin tînin û wê hêjî bînin serê wan. Lê mixabin Kurd hê jî li xwe hay nebûne. Aqilên xwe nedan serê xwe. Nafikirin û nabînin ku ji bê dewletbûnê xerabtir dîsa bê dewletbûn e.
Ji ber vê bû min xwest bêjim gelo çima Barzaniyan hesabê xwe û vê rojê nekirin, hêz û partiyek xurt li Bakurê Kurdistanê pêkneanîn? Pirsa min ev e; Gelo wan pêk neanîn ya jî Kurdên bKakurê Kurdistanê ji tiştekî wiha re ne amade bûn? Heger ne amadebûn. Gelo wan serok û rêberên Bakurê kurdistanê bi salan e li wir çi dikin?
Heger li bakurê Kurdistanê tevgereke xurt û neteweyî heba, hûn bawer bikin wê dijminê gelê me îro nikarîbana li gor kêfa xwe pêl li dilê kurdan bikirana.
Hê jî wext û îmkan hene, divê di zûtirîn wextê de Barzanî dest bavêjin karekî wiha û di perçên din de ji bona bi hêzkirina tevgereke neteweyî çi ji wan bê bikin.
Dema Kurdistan çar perçe be, wê djiminê me ji vê jî bêtir bin. Lewra tenê di perçeyekî de bi hêzbûn têrî nake, divê li her çar perçên Kurdistanê tevgerên neteweyî yên xurt hebin.
Gelo nepêkanîna hêzek xurt, neteweyî li perçên din ne kêmanî bû? Gelo wê êdî Barzanî li ser kêmaniyeke wiha rawestin û dema îmkan kete dest, wê vê kêmaniyê temam bikin?
Li kîjan perçeyî dibe bila bibe, bi hêzbûna tevgereke neteweyî wê dagirker tim hesabê wê bikin û dê nikaribin li gor dilê xwe hespên xwe li ser sînga me Kurdan bidin bezê.
(Bûbe Eser, BASnews)