Serrûpel Nûçe Hemîd Hecî Derwêş: Divê PYD çekan deyne û bi partiyên kurdî re...

Hemîd Hecî Derwêş: Divê PYD çekan deyne û bi partiyên kurdî re siyasetê bike

Belav bike

Sekreterê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Hemîdê Hec Derwêş daxwazê li PYDê dike, ji bo parastina Cizîrê û Kobanî çekan deyne û hevkariyê ligel Şamê bike.

Hemîd Hecî Derwêş, di hevpeyvîneke xwe de, ligel rojnameyeke nêzîkî hikûmeta Sûrî, ragihand ku hevkarî di navbera Artêşa Sûrî û hêzên kurdî de, deriyekî başe ji bo parastina Cizîrê û Kobanî.

Derwêş daxwaz ji  PYDê kir ku çekan deyne û xebata xwe ya siyasî ligel partiyên din ên kurdî bike.

Hemîd Hecî Derwêş her wiha got ku grûpên çekdar li Efrînê, bi behaneya cezakirina PYD, Kurdan ceza dikin dikin û dagîrkirina Efrînê, xewna PYDê ji bo federaliyê têk da.

Hemdî Hecî Derwêş diyar kir ku lidarxistina kongireyeke niştimanî, wê derfetê bide dîtina çereyan ji bo krîza Sûriyê.