Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Husên Yezdanpena li Hewlêrê rastî êrîşeke çekdarî hat.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin îro danê êvarê li Hewlêrê du kesên bi motosîklet nêzîkî konvoya Husên Yezdanpena, bûn û bi çekan êrîş kirin. Yezdanpena ji vê êrîşê rizgar bû û rewşa wî niha baş e.
Herwiha di vê êrişa ku berpirsên PAKê rejîma Îranê berpirsyar digirin de ziyaneke canî çênebû. Berpirsên wê partiyê diyar kirin armanca êrişa terorî ew bû ku Husên Yezdanpena bikujin.Basnews