Rêxistina terorîstî ya DAIŞê gefa êrişa li dijî navendên dengdanê yên hilbijartinên parlamentoya Iraqê xwar û ragihand, yên deng bidin kafir in û divê bên kuştin!
Duhî çekdarekî DAIŞê bi navê Hesen Muhacir, ku xwe wek berdevkê DAIŞê dabû nasîn, di tomareke dengî de gefa êrişa li dijî namzed û navendên dengdanê yên hilbijartinên Iraqê xwar.
Wî çekdarê DAIŞê got, kî beşdarî hilbijartinan bibe, kafir e û divê were kuştin!
Hilbijartinên Iraqê 12 Gulana îsal tên kirin. Basnews