Serrûpel Nûçe Mesrûr Barzanî behsa xiyanet û firotina Kerkûkê dike – Vîdyo

Mesrûr Barzanî behsa xiyanet û firotina Kerkûkê dike – Vîdyo

Belav bike

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî beşdarî kampîneke xwendekar û lawan a piştevanîkirina li lîsteya 184 a PDKê li bajarê Hewlêrê bû û ragihand,  referandûm şikestî nexwariye û bi dengê we bersiva xiyaneta firotana Kerkûkê didin.

VÎDYO

Mesrûr Barzanî di wê kampînê de gotarek pêşkêş kir û got: “Beşdariya law û xwendekaran di vê hilbijartinan de çarenivîsaz e, ji ber ku deng û biryarê we, hikumdana li ser raboriyê ye û dirustkirina pêşerojê ye.”

Mesrûr Barzanî got jî: “Beşdariya law û xwendekaran di hilbijartinan de çarenivîsaz e. Divê bi dengê we yê rasteqîne, nûnerekî bişînin Bexdayê ji bo bikaribe mafê me biparêze. Ewê dijayetiya referandûmê bûn, li Bexdayê jî piştevanî û berevaniyê li mafê we make.”

Mesrûr Barzanî amaje bi dîroka Kurd kir û got: “Her destkeftek ji Kurdistan û netewa me re hatibe, di jêr sîber û serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê de bûye, ji şoreşa Îlonê û ta şoreşa Gulanê, raperînê û dirustkirina hikûmet û parlemantoyê, dabînkirina mafên Kurd di destûra Iraqê de, rûbirûbûna teroristên DAIŞê û dawî car tomarkirina destan û serweriya li Pirdê, Sihêla û berevanîkirina li niştiman.”

Mesrûr Barzanî got jî: “Di dema referandûmê dem hemû bi germî hatin ser sindoqên dengdanê û pêşbirkiya derketina li ser ekranên televisyonan dikirin, niha heger encamên referandûmê bidest hatiba, wan xwe dikir xwediyê vê destkeftê, lê di demekê de ku bixwe bûne sedema paşxistina encamên referandûmê, niha giliyê dikin û dibêjin referandûm hat şikestin. Ne xêr, referandûmê şikestî neaniye, xebat ji bo çarenivîsê di qonaxên cuda de bi awayên cuda tê kirin. Ji bo vê qonaxê jî berevaniya li mafên me bi wê yekê dibe, ku deng bidin nûnerê rastî û deng bidin Partiya Demokrata Kurdistanê di jêr serkirdayetiya Serok Barzanî.”

Di beşek din de jî got: “Niha du enî dirust bûne, eniyek parastina rûmeta Kurdistanê, buha, sembol û xebata netewa gelê û parastina xwîna şehîdan dike. Eniyeke din jî her hewlekê ji bo van rûmetan bişkîne û radestî aliyekî din bike dike. Dilniya bin Partiya Demokrat a Kurdistanê jî ji eniya parastina rûmeta Kurdistanê ye.”

Amaje bi wê jî da: “Dema êrîşa dirande a DAIŞê bi ser Kurdistanê de hat, hûn û Pêşmergeyên PDKê ji berî her kesî li pêşiya şer bûn, bi hevkariya têkoşerên din jî. Lê PDK pêşenigiya wan têkoşer û xebatkaran bû û PDKê bi riya têkşikandina wê rêxistina terorê, Kurd bi hemû cîhanê dan nasandin.”

Got jî: “Xwîna me ji xwîna wan şehîdan paktir nîn e, ku ji bo vî welatî rijandine û em hemû deyndarê şehîdan in û xebata wan Pêşmergeyên ku niha li eniyên şer in, nabe li ser hesabê ked û xwîna Pêşmerge û qurbanîdana xelkê Kurdistanê, xelkekî dikin bikin xwediyê xwe.”

Amaje bi wê jî kir: “Divê her kesek beşdarî hilbijartinan bibe. Tekez dikin em rijd in li ser mafê çarenivîsa xwe û di riya nûnerên li Bexdayê berevaniyê li we dikin û di asta baweriya we de dibin. Ewê li ser riya PDKê û perwerdeya PDK û Barzanî ye, rastgo dibe û li bexdayê jî berevaniyê li we dike û ji her kesekê din zêdetir di xema we de ye. Careke din daxwaz ji we dikim, deng bidin Partiya Demokrata Kurdistanê.”