Serrûpel Nûçe Dilşan û Zozan li Efrînê azad bûn

Dilşan û Zozan li Efrînê azad bûn

Belav bike

Wênegir û çalakvana sivîl Dilşan Qereçol û mamosteya mûzîkê Zozan Silêman, li Efrînê, serbest hatin berdan.

Çavkaniyên wecihî ji Efrînê ragihandin ku piştî mehekê ji girtinê, wênegir û çalakvana sivîl û mamosteya mûzîkê Dilşan Qereçol serbest hate berdan.

Rewşa tendirustî ya Dilşan başe û li zindanê rastî tu êş û îşkenceyê nehatiye.

Dilşan 28ê Adara 2018an ji aliyê hêzên çekdar ên opozisyonê ve li Efrînê hatibû girtin. Ew jî bi tometa ku wê kiryarên wan bibelge dikirin.

Her wiha mamosteya perwerdeya werzişî û hunerî Zozan Silêman jî serbest hate berdan.

Zozan Silêman jî, îna derbasbûyî, li rêbenda Tirindê hatibû girtin.