Serokomarê Tirkiyê ragihand ,ku eger penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê heya 12ê Gulanê mafê hemwelatîbûnê werbigrin, wê bikarin beşdarî hilbijartinên 24ê Hezîranê bibin û dengên xwe bidin.
Di bernameyeke televîzyonî de serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ragihand, ku piraniya penaberên Sûriyê yên ku li Tirkiyê dimînin û bi başî zimanê Tirkî dizanin, hikûmetê ji bo wan jî projeyek daniye ber xwe ku eger pêwîst bike ewê bibin hemwelatiyê Tirkiyê.
Van gotinên Erdogan hinek karvedan jî bi xwe re anîn û aliyên siyasî yên Tirkiyê jî dibêjin, Erdogan dixwaze mafê hemwelatîbûnê bide penaberên Sûriyê ji bo ku di hilbijartinan de bikarin dengê xwe bidin û dengên penaberan jî ji xwe re bibe.
Nêzîkî 3 milyon û 500 hezar koçberên Sûriyê li bajarên cuda cuda yên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê dijîn.