Serrûpel Nûçe ENKS nûnerên xwe di nava Itîlafê de guhert

ENKS nûnerên xwe di nava Itîlafê de guhert

Belav bike

ENKS nûnerên xwe di nava Itîlafê de guhertin, û jêderekê ji nava ENKS ji Rûdawê re ragihand ku duh li Qamişlo encumenê civîna xwe çêkir û li cihê nûnerên berê di Itîlafa Sûriyê de, nûnerên nû dest nîşankirin.

ENKS, navê nûnerên nû wê ji Îtîlafê re bişînin ji ku di civîna bê ya Itîlafê de beşdar bibin.

Li gor jêderên Rûdawê, cigirê serokê Itîlafê Ebcdulbasit Hemo li cihê xwe dimîne, di desteya siyasî ya Îtîlafê de jî, nûnerê Partiya Yekîtî, Ebdullah Gedo ye, nûnerê partiya Wekhevî Zuhêr Mihemed.

Nûnerên ENKS jî di nava encumena giştî ya Îtîlafê de jî, Ebdulhekîm Beşar, Şêxmûs Icco Ehmed, Şelal Gedo, Îmad Mehmûd Hemûd, Ebdulhemîd Nihayet Temo, Hewas Egîd, Ednan Hesen û nûnerekî serbixwe ji Kobanî, lê ew hîn nehatiye destnîşankirin.

ENKS ji 13 partî û rêxistinên ciwan û jinan pêk tê û di nava Itîlafê de cih digire.