Serrûpel Nûçe Jan Dost “Kobanî”ya erebî îmze kir-vîdyo

Jan Dost “Kobanî”ya erebî îmze kir-vîdyo

Belav bike

Romanivîsê Kurd Jan Dost, romana xwe ya bi navê Kobanî, bi zimanê erebî jî derxist.

VÎDYO

Jan Dost, di vê romana xwe de behsa karesata Kobanî dike.

Ew dûr û dirêj behsa avakirina bajarê Kobanî dike, behsa eşîretên wê dike, behsa malbateke Mihacir dike ku li bakurê Kurdistanê di serhildana Şêx Seîd de beşdar bûbû û piştre weke Mihacir koçberî Kobanî bûbû.

Romanivîs Jan Dost, bi xwe ew romana bi erebî nivîsand, û îro li Almanya bajarê Dusseldorfê, li Komeleya Rengîn ji xwendevanên xwe re hem roman nasand hem jî îmze kir.

Jan Dost, bi xwe ji Kobanî ye, ji sala 2000 ve li Almanya dijî, gelek roman, lêkolîn helbet û şano bi erebî û kurdî nivîsandine û gelek berhem jî ji zimanên kurdî wergerandine erebî û ji erebî ergerandine kurdî.