Serrûpel Nûçe Cihê Ebû Bekir Bexdadî aşkere bû

Cihê Ebû Bekir Bexdadî aşkere bû

Belav bike

Dezgehên ewlehiyê yên Iraqê didin zanîn, Rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî ta niha zindî ye û li navçeyekê ser bi Dêra Zora Sûriyê li nêzîkî sînorê Iraqê ye.

Rêvebirê pilebilind ê Wezareta Navxwe ya Iraqê Ebû Elî Besrî di hevdîtinekê de ligel kenala “Fox News” a Amerîkî de ragihand, li gor dawî zanyariyên wan Ebû Bekir Bexdadî niha li gundê Hicîn ê ser bi parêzgeha Dêra Zorê ve ye ku 18 K.M dûrî sînorê Iraqê ye.

Besrî da zanîn, berî çend rojan zanyarî li ser cihê Bexdadî ketin destê hewalgîriya Iraqê û got, li gor wan zanyariyan jî biryar e bi hevkariya hêzên Rûsî, Sûrî û Îranî çend êrîşên esmanî li nava xaka Sûriyê encam bidin.

Ji aliyekî din ve, Rêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî ji wê kenalê re gotibû, egerek mezin heye Rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî li gundekî ji gundên li ser sînorê di navbera Sûriye û Iraqê de be.

Ev di demekê de, di meha Hezîrana sala bûrî de Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragihandibû, Bexdadî di êrîşeke wê ya esmanî de roja 28 Gulana 2017an de li nêzîkî Reqayê hatiye kuştin, lê di pişt re diyar bû ku Bexdadî di wê êrîşê de birîndar bûbû û ta niha jî li jiyanê ye. K24